🗣 English | Eesti | Français | Kurdî | Lietuvių | Malti | Nederlands | Polski | Português | Română | Русский | Slovenščina | Suomi | Türkçe | العربية | ქართული
Rapirsîya Giştgir a IGLYO LGBTQI ya 2026: Serhatîya xwe Bibêjin ji bo ku Perwerde bo Her kesê/î ewletir bibe!
Her kesê/î heqê perwerdeyê heye. Lê belê ciwanên LGBTQIyî ew kom e ku li xwendingehan herî zêde tûşî tundî, cudakarî û zordestîyê dibin. Divê dawî li vê yekê bê.
Di vê çarçoveyê de IGLYO -ku tora herî mezin a ciwanên LGBTQIyî ya li Ewrûpayê ye- edîsyona duyem Rapirsîya Perwerdeya Giştgir a LGBTQIyê dide destpêkirin ku li sertaserê Ewrûpayê rapirsîya herî giştgir e.
Rapirsî derheqê çi de ye?
We bivê bila hûn hêj li xwendingehê bin, we bila bila hûn nû der çûbin, we bivê bila hûn mecbûr mabin dev ji xwendinê berdin, we bivê bila hûn ciwanekî/e LGBTGIyê bin, rapirsîya anonîm a IGLYOyê derbarê tecrûbe û serhatîyên we yên heyî û yên demên nêzîk de pirsyaran pirs dike.
Ev rapirsîya ku bi tevkarîya dezgehên endam hatîye hazirkirin, polîtîkayên xwendingehan, cudakarî û tecrûbeyên zordestîyê, ji tenduristîya ruhê we û rehetîya we heta naskirina zayendê li xwendingehê û giştgirîyê pirsyarên muxtelif pirs dike.
Ev rapirsî teqrîben dê 15 deqîqeyan berdewam bike. Rapirsî bi temamî anonîm û veşartî ye û ji zêdetirî 15 zimanan berdest e.
Kî dikare beşdarî vê rapirsîyê bibe?
Ji bo hûn bikarin beşdarî rapirsîyê bibin divê temenê we di navbera 18 û 24an de be û yek ji li dewletên endamên Konseya Ewrûpayê (temamê lîstê bibîne) çûbin xwendingehê.
Çima divê hûn vê rapirsîyê dagirin?
Ev ne rapirsîyeke jirêzê ye: Encamên rapirsîyê dê ji alîyê danerên polîtîkayên netewî û Ewrûpayê ve ji bo çakkirina xwendingehan bên bikaranîn.
Zanyarîyên ku hûn didin, ji bo parastina sîstemên ewletir, giştgirtir û piştevantir ên perwerdeyê ji bo ciwanên LGBTQIyî bo IGLYO û sazîyên endam ên sertaserê Ewrûpayê gelekî giring in.
IGLYO, hem dê raporteke giştgir hazir bike ku tê de daneyên serekî û pêşnîyazên şênber hene, hem jî bi armanca piştgirîya hewlên parastina sazîyên sîvîl yên di asta netewî de dê xusûsen bo welatî raporan hazir bike.
Bi kurtasî, dengê we xweyî hêzeke giring a guherînê ye. Hûn bi veguhestina tecrûbeyên xwe dikarin bibin alîkar bo ku şikil bidin sîstemên perwerdeyê yên li sertaserê Ewrûpayê û bibin wesîle ku her xwendekarekî/e LGBTQIyî ji tundî, cudakarî û tirsê dûr bimîne û bikare biçe xwendingeha xwe.
Rapirsîyê dagirin
Heta 30ê Îlonê li ser vê rûpelê anketê dagirin.

Beyana Veşarîtîyê
Rapirsî çawa hatiye sêwirandin û daneyên we çawa têne parastin?
Ev rapirsî ji hêla IGLYO ve bi hevkariya rêxistinên endam ên IGLYOyê ve hatiye pêşxistin û li ser lêkolîn û rêbernameyên heyî yên li ser berhevkirina daneyên wekheviyê, di nav de nêzîkatiyên Ewropî yên ji bo çavdêriya cudakarî û newekheviyê, îstîsna dike. Ew hatiye sêwirandin da ku piştrast bike ku ezmûnên ciwanên LGBTQI bi awayekî ewle, exlaqî û watedar têne girtin, di heman demê de rêz li prensîbên beşdariya dilxwazî, nepenîtiyê û parastina daneyan digire.
Rapirsî bi tevahî anonîm e. IGLYO ti agahdariya ku dikare rasterast we nas bike, di nav de nav, navnîşan, agahdariya têkiliyê, çerez, an navnîşana IP-ya we, berhev nake. Beşdarbûna we di tu qonaxê de nikare bi we ve were girêdan. Ev nêzîkatî piştrast dike ku rapirsî bi prensîbên Rêziknameya Parastina Daneyên Giştî (RPDPr) re di derbarê pêvajoya daneyên kesane de lihevhatî ye û ji bo armancên lêkolîn, statîstîkî û parêzvaniyê berhevkirina agahdariya anonîmkirî gengaz dike.
Rapirsî li ser ezmûnên we wekî ciwanek LGBTQI di perwerdehiyê de dipirse, di nav de ezmûnên tevlêbûnê, cudakarî, çewisandin, polîtîkayên dibistanê, başbûn û piştgiriyê. Her wiha pirsên dilxwazî yên li ser taybetmendiyên wekî meyla zayendî, nasname û îfadeya zayendî, taybetmendiyên zayendî, temen û agahdariyên din ên demografîk jî dihewîne. Ev pirs ji bo têgihîştina çêtir a ezmûnên cûda yên xwendekarên LGBTQI û destnîşankirina newekheviyên ku bandorê li komên cûda dikin hatine zêdekirin.
Hemû bersivên rapirsîyê ji hêla IGLYO ve têne hilberandin. Gihîştina daneyên anonîmkirî ji bo armancên lêkolîn û parêzvaniyê bi IGLYO ve sînorkirî ye, û daneyên anonîmkirî dikarin bi hevkarên lêkolînê yên pêbawer re werin parve kirin da ku beşdarî têgihîştinek çêtir a ezmûnên xwendekarên LGBTQI li seranserê Ewropayê bibin. Tu agahîyên ku dikarin bersivdayînên takekesî nas bikin dê qet neyên parve kirin.
Heke derbarê rapirsîyßê, parastina daneyan an beşdariya we de pirsên we hebin, hûn dikarin bi IGLYO re têkilî bi rêya research@iglyo.com deynin.

Ji bo belavkirina rapirsîyê bibin alîkar!
Eger hûn ne xwendekarekî/e ciwan ê/a LGBTQIyê bin yan jî hûn nû mezûn nebibin jî, hûn dîsa jî dikarin piştgirîya vê dozê bikin. Ji bo temsîl û watedarîya encaman û ji bo te rasteqîn û demdirêj li ser sîstemên perwerdeyê yên Ewrûpayê bike me pêwîstî bi gelek cewabên rapirsîyê hene.
Bo xwendekar û ciwanên li derdora xwe bibêjin. Ji bo ku hûn rapirsîyê di torên xwe yên civakî de belav bikin, hûn dikarin vê kîta peywendîyê bikar bînin ku tê de post û peyamên hazir hene. Bi rastî ji bo avakirina sîstemên giştgir û ewle yên perwerdeyên bo ciwanên LGBTQIyî divê em hemî bi hevkarî bixebitin.
–
Derheqê IGLYOyê de
IGLYO, tora herî mezin a xwendekar û ciwanên LGBTQIyê li cîhanê ye ku li Ewrûpayê li 40 welatan ji zêdetirî 150 dezgehên endam temsîl dike. IGLYO, li gel endamên xwe, li gel hikûmet, pispor, mamosta, daybab û xwendekaran dixebite û ji bo ciwanên LGBTQIyî perwerdeyê giştgirtir û ewletir bike hewleke giring dide.

Bi piştgiriya

Ev anket ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Wezareta Perwerde, Çand û Zanistê ya Hollandayê ve bi hevparî tê fînansekirin. Lê belê, berpirsê nêrîn û ramanên ku tê de diyarkirî ne IGLYO bi xwe ye û her weha pêdivî pê nîne ku rengê nêrîn û ramanên Yekîtiya Ewropayê û Wezareta Hollandayê vede. Wezareta Perwerde, Çand û Zanistê ya Hollandayê ji nêrîn û ramanên dîyarkirî ne berpirsîyar in.
